Erdogan: Piroseya nû ya aştiyê ya Tirkiyeyê bo Îraq û Sûriyeyê dibe sedema seqamgiriyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê radigehîne, “Piroseya nû ya aştiyê ya Tirkiyeyê ji bo Îraq û Sûriyeyê dibe sedema seqamgiriyê.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (În, 21.03.2025) di derheqa piroseya nû ya aştiyê li welatê xwe de li ser tora civakî ya Xê ragehandiye ku, ew di piroseyeke nû de ne û zêdetir nêzî armanca xwe dibin ku Tirkiyeyeke bêteror e.
Erdogan herwesa ragehandiye, “Pêngava dawiyê ya wê piroseyê hilweşandina wê rêkxistina cudaxwaz e, ku gefan li jiyan û tenahî û jîn û jiyara hemî welatiyan dike tevî birayên xwe yên Kurd jî.”
Navbirî herwesa got, “Eger armanca me bi cih bê, derfeta wê yekê ji Tirkiyeyê re peyda dibe ku bi aştî ji belayeke 40 salî rizgar bibe. Eger ne, li van nêzîkan bi stratejiya xwe terorê ji çavkaniya wê bidawî tîne.”
Serokkomarê Tirkiyeyê amaje jî da ku, hêviya wan ew e hem ew rêkxistin û hem jî alîgirên wê wekî berê penaya xwe nebin ber helwestên neaqilanî û vê derfeta dîrokî pûç nekin.
Erdogan herwesa ragehand, “Ev pêşhat ji bo welatê me û hemî devera me û xasma jî Îraq û Sûriyeyê dibe sedema tenahî û seqamgiriyê.” Amaje jî da ku, ew wekî hikûmet ji bo rizgarkirina Tirkiyeyê ji pirseke 40 salî bi îrade ne.
Navbirî li dawiyê jî got ku, ew li benda eynî rêbaza dostane ne ji wan kesên ku serederiyê pê re dikin.