DBP'ê: Girtina Îmamoglû pêngaveke nû ya bêhiqûqiya hikûmetê ya li dijî vîna gel e

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê radigihîne, “Girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû pêngaveke nû ya bêhiqûqiya hikûmetê ya li dijî vîna gel e.”

Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê îro 23ê Adarê daxuyaniyek derbarê girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû de balav kir û tê de ragihand:

“Girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû pêngaveke nû ya bêhiqûqiya hikûmetê ya li dijî vîna gel e. Hikûmeta ku di hilbijartinan de bi ser neket, plana xwe ya birêvebirina şaredariyan bi darbeyên edlî didomîne. Desthilatdariya ku bi Mutabaqata Bajarvaniyê nikarîbû hemû rengên civakê di rêveberiyên şaredariyan de nîşan bide û bi vê yekê qezenca xwe winda kir, êrîşên li ser vîna gel didomîne.

Ev êrîş yek ji bi dehan êrîşên ku bêhiqûqî tê de sazîbûn e. Heger hikûmet difikire ku bi rejîmeke emîndar dikare Tirkiyeyê bi rêve bibe, pir şaş e. Çawa ku li Kurdistanê ji bo mafê dengdanê û hilbijartina gel bi dest bixin, bi polîtîkaya emanetê re îro jî dixwazin ji Stenbolê dest pê bikin li tevahiya Tirkiyeyê belav bikin. Li hemberî vê feraseta ku îradeya gel ji nedîtî ve tê, ji bilî mezinkirina têkoşîna rêxistinbûyî û avakirina civakeke demokratîk ti rê nîne.

Ev polîtîkayên ne rewa, li dijî îradeya gel jî weke duh in; Ger îradeya gel piştî ku li Wan, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Dêrsim û Colemêrgê hat cezakirin hat parastin, em ji bo Stenbolê di heman xalê de ne. Em darbeya siyasî ya sivîl a li dijî vîna 16 mîlyon kesî red dikin.

Divê demildest daraza girêdayî vê biryarê paşde gav bavêje û dest ji êrîşên li ser vîna gel berde.”

 
Fly Erbil Advertisment