Îro qonaxa yekê ya Pirojeya Ronakiyê li Dihokê tê bicihanîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberiya Giştî ya Kareba Dihokê radigehîne, “Di çarçoveya bicihanîna pirojeya Ronakiyê de, îro bi awayekî ezmûnî kareba navenda bajarê Dihokê ji bo dema sê rojan dibe 24 seetî.”

Birêveberiya Giştî ya Kareba Dihokê amaje da ku di qonaxa yekê de, ji seet 01:00 ê piştî nîvroya îro (Yekşem, 23.03.2025) heta roja Çarşemê (26.03.2025) ji bo ceribandina givaştinên li ser tora karebê, dana kareba niştîmanî li tevaya taxên navendî yên bajarê Dihokê dibe 24 seetî û ew pirose jî 72 seetan dê berdewam be.

Birêveberiya navbirî ron jî kir, “Ev ezmûneke demkî ye, ji bo tora parvekirina karebê tê kirin. Merema jê destnîşankirina kêmûkasî û arêşeyên torên parvekirina karebê ye, ku rasterast ji aliyê Wezareta Karebê ve serperiştiya wê tê kirin.”

Her wê birêveberiyê ragehand, “Di qonaxa duyê û sêyê de, kareba bajark û komelgehan û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê dibe 24 seetî.”

Di Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, gelek pirojeyên giring ên xizmetkariyan li seranserî Herêma Kurdistanê hatine bicihanîn. Niha jî çend pirojeyên din di qonaxa bicihanînê de ne, wekî kareba 24 seetî ku wekî Pirojeya Ronakiyê hatiye binavkirin. Di çarçoveya vê pirojeyê de, biryar e heta dawiya sala 2026ê welatî li seranserî Herêma Kurdistanê ji kareba 24 ssetî mifadar bin.”