Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê karên Imamoglu wekî Serokê Şaredariya Stenbolê rawestandin

Ekrem Imamoglu
Ekrem Imamoglu

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê radigehîne ku, karên Ekrem Imamoglu di postê wî de wekî Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê rawestandine, piştî ku dadgehê di çarçoveya lêkolînê de li ser gendeliyê sizayê zindanîkirinê li ser wî sepand.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê îro (Yekşem, 23.03.2025) ragehand, “Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Imamoglu hatiye rawestandin.”

Ew biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê di demekê de ye ku, ev çend roj in piştî binçavkirina Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Imamoglu ji aliyê Hikûmeta Tirkiyeyê ve, li Stenbolê û çend parêzgehên din ên Tirkiyeyê xwenîşandanên berfirehtir ên cemawerî çê bûne.

Ji bo kontirolkirina xwenîşandanan jî, Tirkiyeyê hemî xwenîşandan û kombûn ji bo dema çar rojên din jî qedexe kirine, tevî ku berî hingê jî qedexe ji bo dema çar rojan ragehandibû.

Di ser qedexeya xwenîşandanan li Stenbolê û çend parêzgehên din re, xwenîşandan berdewam in û bi gotina Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê, heta niha nêzî hezar xwenîşanderan hatine binçavkirin.

 
Fly Erbil Advertisment