Berpirsê Dezgeha Îlon û Gulanê li Soranê di rûdaneke trafîkê de koça dawiyê kir

Hacî Mîrxan Dolemerî
Hacî Mîrxan Dolemerî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Dezgeha Êlon û Gulanê li Soranê tûşî rûdaneke trafîkê bû, û wî û şofêrê xwe koça dawiyê kir.

Berpirsê Dezgeha Îlon û Gulanê li Soranê Hacî Mîrxan Dolemerî û şofêrê wî îro (Yekşem, 23.03.2025) di rûdaneke trafîkê de koça dawiyê kir.

Hacî Mîrxan Dolemerî Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê bû û helgirê medalyaya Barzaniyê Nemir bû, seet 04:00 ê êvara îro wî û şofêrê xwe li westgeha navbera Rovya û Çemeyî li ser rêya Akrê di rûdaneke trafîkê de koça dawiyê kir.