Dezgeha K24ê serexwşiyê li Mihemed Hacî Mîrxan dike

Hacî Mîrxan Dolemerî
Hacî Mîrxan Dolemerî

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberiya Giştî ya Dezgeha K24ê bi navê û xwe û karmendên xwe behînameyekê arasteyî birêveberê xwe yê kargêrî û darayî dike, ji ber koça dawiyê ya babê wî.

Birêveberiya Giştî ya Dezgeha K24ê îro (Yekşem, 23.03.2025) behînameyek parve kir û bi navê xwe û karmendên xwe serexweşî li birêveberê xwe yê kargêrî û darayî Mihemed Hacî Mîrxan kir, ji ber koça dawiyê ya babê wî (Berpirsê Dezgeha Îlon û Gulanê li Soranê Hacî Mîrxan Dolemerî) ku vê êvarê di rûdaneke trafîkê de koça dawiyê kir.

Birêveberiya Giştî ya Dezgeha K24ê ji Xudayê mezin dixwaze ku, cihê rehmetî behişta berîn be û sebirê bi kesûkar û ezîzên wî bide.

Berpirsê Dezgeha Îlon û Gulanê li Soranê Hacî Mîrxan Dolemerî û şofêrê wî îro (Yekşem, 23.03.2025) di rûdaneke trafîkê de koça dawiyê kir.

Hacî Mîrxan Dolemerî Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê bû û helgirê medalyaya Barzaniyê Nemir bû, seet 04:30 ê êvara îro wî û şofêrê xwe li westgeha navbera Rovya û Çemeyî li ser rêya Akrê di rûdaneke trafîkê de koça dawiyê kir.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment