Termê Hacî Mîrxan Dolemerî hat veşartin

Navenda Nûçeyan (K24) - Termê Hacî Mîrxan Dolemerî di merasîmeke taybet de li gundê Xerdinê yê devera Barzanê hat veşartin.
Termê helgirê medalyaya Barzaniyê Nemir û Berpirsê Dezgeha Îlon û Gulanê li Soranê Hacî Mîrxan Dolemerî îro (Duşem, 24.03.2025) li gundê Xerdinê yê devera Mêrgesorê ya girêdayî Îdareya Serbixwe ya Soranê hat veşartin.
Bi sedan kes ji berpirsên hikûmetê û partiyan û welatiyên wê deverê di merasîmên veşartina termê Hacî Mîrxan Dolemerî de li gundê Xerdinê amade bûn.
Hacî Mîrxan Dolemerî û şofêrê wî duhî (Yekşem, 23.03.2025) nêzî seet 04:30 ê êvarê di rûdaneke trafîkê de canê xwe ji dest da.
Ew rûdana trafîkê li nêzî gundê Derbêstanê yê girêdayî nahyeya Rovyayê, li ser rêya serekî ya Dihok û Hewlêrê çê bû, ku erebeya wan bi stûnekê keftiye.
Hacî Mîrxan Ehmed Silêman Dolemerî li sala 1940ê li gundê Xerdinê yê girêdayî qezaya Mêrgesorê hatiye ser dinyayê. Wî qonaxa destpêkê ya dibistanê xwend û li sala 1945ê bi malbata xwe re awareyî welatê Îranê bû.
Hacî Mîrxan Dolemerî li roja 01ê Gulana 1959ê gehişt nav rêzên Pêşmergeyan û li cem birayê xwe Hiso Mîrxan bû Pêşmerge, li 07ê Tîrmeha 1962ê pileya serqoliyê wergirt, li sala 1966ê li devera Behdînan li çiyayê Gareyî serqol bû, li sala 1968ê Amir Betalyonê 3ê yê hêza Akrê bû, li sala 1970ê heta beyannameya 11ê Adarê her li wê hêzê Amir Betalyon bû, di eynî demê de Berpirsê Lijneya Navçeya Akrê bû, li sala 1971ê bû alîkarê fewca 9ê ya zêrevanên sinorî li sinorê qezaya Şêxanê.
Li sala 1967-1968ê li çiyayê Zagrosê li bajarê Hemedanê tevlî korsa serbazî ya bikaranîna çekî, bergirîkirin, êrîşbirin û serkirdetiyê bû, li meha Tebaxê ya sala 1969ê li devera Akrê û Şêcanê di şerekî dijwar de çavê wî birîndar bû, li sala 1977ê ji bo dema sê mehan ji aliyê Savaka Îranê ve bi heceta livînên siyasî hat zindankirin.
Hacî Mîrxan di kongireyên 11, 12 û 13 yên Partiya Demokrat a Kurdistanê de endamê kongireyê bû, di kongireya 13ê ya sala 2010ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve medalyaya Barzaniyê Nemir jê re hat pêşkêşkirin, ji aliyê Serok Barzanî ve bû Berpirsê Dezgeha Îlon û Gulanê li Soranê û xanenişînî red kir.
Geriyan li dû Dadperweriyê yek ji berhemên wî yên çapkirî ye, ku ji du bergan pêk tê û li sala 2021ê hatiye çapkirin.