Serokê CHPê daxwaza lêborînê ji Kurdan dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê CHPê li beranberî bêrêziyên Serokê Şaredariya Enqereyê bi alaya Kurdistanê daxwaza lêborînê ji Kurdan dike.
Li beranberî bêrêziyên Serokê Şaredariya Enqereyê Mansur Yavaş bi alaya Kurdistanê û Newrozê, Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel daxwaza lêborînê ji Kurdan kir û ragehand, “Ez careke din Newrozê li birayên Kurd pîroz dikim, ji bo çi kesekî nîne ku biryarê li ser pirsên neteweyî bide, herwesa ez daxwaza lêborînê dikim eger dilê her kesekî şkestibe.”
Serokê CHPê herwesa silav ji bo Selahedîn Demîrtaş li zindanê bi rê kirin.
Serokê Şaredariya Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş berî du rojan rexne li polîsên Tirkiyeyê girtibû û ragehandibû, “Hêzên ewlehiyê bi helkefta Newrozê şirîniyan didin zarokan lê li Stenbolê êrîş dikin ser xwenîşandanan.” Mansur Yavaş herwesa bêrêzî jî bi alaya Kurdistanê kiribû.