Berpirsekî DAIŞê li bakurê Sûriyeyê hat desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Di heft operasyonên cuda de li bakurê rojhilatê Sûriyeyê bi piştevaniya hevpeymanan, HSDê 16 endamên DAIŞê desteser kirin û berpirsekî diyar ê wê rêkxistinê jî di nav wan de heye.
Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan îro (Duşem, 24.03.2025) eşkere kir, “Ji destpêka vê mehê heta niha HSDê bi alîkariya hêzên hevpeymanan heft operasyonên ewlehiyê li dijî DAIŞê, li bajar û bajarkên li bin destê Rêveberiya Xweser li bakurê rojhilatê Sûriyeyê kirine.”
Li dû zanyarên Rewangeha Sûriyeyî, tevaya operasyonan li parêzgehên Reqe, Dêrazor û Hesekeyê û gundên derdorê bûne, herwesa di encamê de 16 endam û bergomanên DAIŞê hatine desteserkirin û berpirsekî bilind ê DAIŞê jî di nav wan de heye.