Rûsya: Mimkin e em agirbesta deryayî bi Ukraynayê re îmza bikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Rûsyayê radigehîne, “Îmzakirina agirbesta deryayî bi Ukraynayê re bi navbeynkariya Amerîkayê ihtîmalek e bihêz e.”
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro (Sêşem, 25.03.2025) ragehand, “Danûstandinên duhî yên navbera Amerîka û Rûsyayê li Siûdiyeyê li ser parastina keştiyên Deryaya Reş bûn.”
Sergey Lavrov amaje jî da, “Îmzakirina agirbesta deryayî ihtîmaleke bihêz e lê me şert hene.” Herwesa got, “Rûsya dixwaze wan hemî keştiyên betal bipişkine yên ku di wê deryayê re derbaz dibin, ji bo ku çek pê neyê veguhastin.”
Wezîrê Derve yê Rûsyayê tekez jî kir, “Gelek asteng di rêya keştiyan de ji bo hinardekirina kelûpelan hene.”
Ajansa Reutersê jî pêştir ji zarê çavkaniyeke ji Koçka Spî ragehandibû, “Civînên Rûsya û Amerîkayê erênî bûn, û pêşbînî tê kirin li van nêzîkan ragehandinek bê parvekirin.”
Herwesa çavkaniyeke Rûsyayî ya nêzî şanda danûstandinan jî ji Reutersê re ragehandibû, “Ragehandineke hevpar ku kurtiya civînên wan ên duhî tê de hatiye behskirin, ji aliyê şandeke Amerîka û Rûsyayê ve ji bo Waşinton û Moskoyê hatiye şandin, ji bo pejirandin û belavkirinê.”