Serperiştê Revenda Kurdistanî peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî gehand Perlemana Brîtanyayê

Şîfa Barzanî
Şîfa Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serperiştê Giştî yê Revenda Kurdistanî bi helkefta cejna Newrozê silav û pîrozbahiyên Serok Barzanî gehandin serok û endamên Perlemana Brîtanyayê û çend wezîrên wî welatî.

Serokê Perlemana Brîtanyayê Lindsay Ham ji bo sala duyê di mala xwe de bi amadebûna Serperiştê Giştî yê Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî û çend wezîr û endamên Perlemana Brîtanyayê û berpirsên partiyên Kurdî û hejmareke Revenda Kurdistanî merasîmek ji bo ahenga Newrozê rêk xist.

Di nav wê merasîmê de, Şîfa Barzanî pîrozbahî û silavên Serok Barzanî bi helkefta cejna Newrozê gehandin kesên ku di nav wê merasîmê de amamde bûbûn. Navbirî tekez jî kir ku, “Newroz ji bo Kurdan tenê cejn nîne, belkî amajeya nûbûnê ye û manaya serkeftina li ser zilm û zordariyê ye wekî çawa serkeftina ronahiyê li ser tarîtiyê ye.”

navbirî amaje da rewşa Rojhilata Navîn û pirsa Kurdan di wê çarçoveyê de jî, herwesa daxwaz jî kir wekî çawa Brîtanya di Newrozê de tevlî xweşiyên wan dibe, piştevaniya Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê jî ji bo bidestxistina mafên wan ên rewa û çespandina mafên wan di destûrên wan welatan de yên ku ew parve kirine.