Dema ragihandina hikûmeta Sûriyeyê diyar bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya “Al-Watan” a Sûrî belav kir, hikûmeta nû dê roja Şemiyê 29ê Adarê 2025an li Koşka Gel di ahengekê de were ragihandin.

Rojnameyê da zanîn, di wê rojê de navên wezîran û hejmara wezaratan dê werin ragihandin.

Li gorî hin jêderên din, eger e sibe Înê Encûmena Fetwayê û Miftiyê Sûriyeyê were destnîşankirin.

Piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed di 8ê Berçileya 2024an de, Ehmed Şera di 29ê Çileya 2025an de weke Serokê SûriyEYê bo qonaxa veguhêz hat destnîşankirin. 

Rêveberiya nû ya Sûriyeyê pêştir jî hikûmetek demkî ji bo heyama sê mehan birêve bibe destnîşan kiribû, ku dihate pêşbînîkirin di destpêka vê mehê de hikûmeta veguhêz were ragihandin, lê ev yek pêk nehat û eger e roja 29ê vê mehê bê ragihand.

Rêveberiya nû ya Sûriyeyê di nîvê vê mehê de “Daxuyaniya Destûrî” ji bo qonaxa veguhêz pesend kiribû, ku dema wê pênc sal diyar kir, ku di wê demê de Şera dê desthilata cîbicîkar li welat werbigire.