Li Tirkiyeyê xwenîşandanên berfireh tên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Tirkiyeyê ji ber girtin û dûrxistina Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Imamoglu ji postê wî, xwenîşandanên berfireh tên kirin û zêdetirî 1800 kesan heta niha hatine girtin.

Ajanseke nêzî Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) îro (În, 28.03.2025) eşkere kir, “Di operasyonên Enqereyê yên rojên borî de 22 kes hatine desteserkirin, 3 ji wan kesan jî hatine girtin û ji bo zindanê hatine veguhastin.”

Li dû wê nûçeyê, yek ji wan girtiyan jî Berpirsê Rêkxistinên Dem Partiyê li Çankaya Enqereyê Mert Orhan Omerbeyoglu ye. Herwesa 19 kesên din jî bi şertên qanûnî hatine azadkirin.

Ji aliyekî din ve jî lidûçûn û lêkolîn ji bo 30 xwendekarên Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn, ku li 26ê Adarê hatibûn girtin, berdewam e.

Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel li roja Înê (21.03.2025) di wê ragehandinê de daxwaz ji welatiyên Tirkiyeyê kir  ku, li dijî girtina Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Imamoglu li tevaya bajar û bajarkan derbikevin ser cadeyan û xwenîşandanan bikin.

Li dû ajansa France Pressê, niha bi kêmî ve 10 hezar welatî amadekariyan ji bo xwenîşandanê dikin û ber bi avahiyê Şaredariya Stenbolê ve bi rê dikevin.

Ev jî di demekê de ye ku, welatî li her du parêzgehên Enqere û Stenbolê duhî derkeftin ser cadeyan û xwenîşandanên berfireh kirin, lê hêzên polîsên Tirkiyeyê bi rêya bikaranîna gaza rondikrêj ew xwenîşander ji hev belav kirin.

Hêzeke ewlehiyê ya Tirkiyeyê li roja Çarşemê (19.03.2025) çû ser mala Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Imamoglu û ew desteser kir.

Desteserkirina Imamoglu rengvedaneke mezin peyda kir, welatî ji bo piştgirîkirina Imamoglu rijiyan ser cadeyan û xwenîşandaneke berfireh kir.

Ekrem Imamoglu li roja Pêncşemê (20.03.2025) li ser tora civakî ya Xê daxwaz ji welatiyên Tirkiyeyê kir ku, bêdeng nebin û li dijî wî şerê li Tirkiyeyê heye dengê xwe bilind bikin. Herwesa got ku, pirsa desteserkirina wî pirseke girêdayî partiya wî tenê nîne, belkî peywendî bi hemî neteweya Tirkiyeyê ve heye.

 
Fly Erbil Advertisment