Li Perlemana Norwîcê Newroz hat pîrozkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel welatên derve bi merema bihêzkirina peywendiyên aborî û çandî û wergirtina ezmûna Ewropayê, şandeke Wezareta Bazirganî çûye Norwêcê.

Şêwirmendê Wezareta Bazirganî û Pîşesazî Fethî Mihemed Elî Muderis ji K24ê re ragehand ku, piştî pêşkêşkirina nameya vexwandinê ji aliyê Perlemana Norwêcê bo tevlîbûna di bîranîna Newrozê de li nav avahiyê perlemana wî welatî, ew bi şandekê çûne Norwêcê.

Fethî Mihemed Elî Muderis herwesa got, “Tevî civînan bi çend dezgeh û navendên biryardanê yên Norwêcê, em li roja 21ê Adarê tevlî roja Newrozê bûn ku ev cara yekê ye ew roj li perlemanên welatên Eskendenavya bilind tê nirixandin.”

Navbirî amaje jî da, “Di roja bîranîna Newrozê de, me bal kêşa ser giringiya pêgeha Herêma Kurdistanê li deverê û herwesa me daxwaz ji Perlemana Norwêcê kir ku, ji bo rewşa Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê dadperwer be, êdî mafên wan ên rewa ji azadî û serxwebûnê neyên binpêkirin.”

Herwesa Norwêcê ecêbmana xwe li beranberî piroseya pêşkeftin û seqamgiriyê li Herêma Kurdistanê diyar kir. Ji verêja wê serdanê, aliyê Norwêcî niyet heye ku şandeke wan a bilind ji kertên cuda cuda li meha Nîsanê serdana Herêma Kurdistanê bike.