Ehmed Şera miftiyê nû yê Sûriyeyê destnîşan kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Qonaxa Veguhês a Sûriyeyê Ehmed Şera, miftiyê nû yê Sûriyê destnîşan kir û avakirina Encûmena Fetwayê ragihand.
Medyaya Sûriyeyê belav kir, bi amadebûna hejmarek ji kesayetiyên olî, Ehmed Şera duh 28ê Adarê danê êvarê Osame Rifaî wek muftiyê nû yê wî welatî destnîşan kir.
Şera di merasîmê de got: “Em neçar in wêraniya ku rêjîma rûxandî li hemû deveran kiriye, ji Sûriyeyê re vegerînin, ya herî girîng jî vegerandina cihê Miftiyê Mezin ê Komara Erebî ya Sûriyeyê ye.”
Bal kişand ser wê yekê ku “divê fetwa bi avakirina Encûmena Bilind a Fetwayê veguhere berpirsyariyeke bikomî. Fetwa bi rêya wê were dayîn, ji ber ku fetwa emaneteke mezin e û îmzeya li ser navê Xwedayê mezin e.”
Şera got jî: “Encûmena Fetwayê dê hewil bide ku gotara olî ya nerm kontrol bike, ku resentî û nûjeniyê li hev kom dike, di heman demê de nasnameyê biparêze û nakokiyên ku dibin sedema parçebûnê yekalî dike û deriyên xirabî û nakokiyê digire.”
Ji aliyekî din ve, Serokatiya Sûriyeyê jî bi rêya hejmara xwe ya tora civakî “X” biryara Şera ya pêkanîna Encûmena Fetwayê bi serokatiya Osama Rifaî û endametiya 14 kesan belav kir.
Destnîşankirin miftiyê nû yê Sûriyeyê piştî wê tê, Miftiyê berê yê Sûriyeyê Şêx Ehmed Bediredîn Hesûn roja 27ê Adarê ji aliyê Asayişa Giştî ve li Firokxaneya Şamê ya Navdewletî hat girtin.
Osama Rifaî kî ye?
-Sala 1944an li Şamê jidayîk bûye û mizgînvanekî sûrî ye. Li ser mezheba Şafiî ye û piştgiriya serhildana gelê Sûriyeyê li dijî Beşar Esed kir.
- Sala 1971ê li zanîngeha Şamê lîsansa Erebî wergirtiye.
- Di Mijdara 2021ê de ji aliyê opozîsyona wê demê ve, wek miftî hat destnîşankirin.