Geştyariya Herêmê: Em betlaneyeke nimûneyî ji geştiyaran re dabîn dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Desteya Geştûguzarî ya Herêma Kurdistanê ragihand, wan hemû amadekariyên Cejna Remezanê ji bo hatine geştyaran kirine.

Berdevkê Desteya Geştûguzarî ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd ji K24ê re ragihand, wan hemû amadekariyên Cejna Remezanê, ji bo geştyarên ku serdana Herêma Kurdisanê bikin, kirine.

Ebdulmecîd da zanîn: “Amadekariyên me li ser du astan in, asta sektora giştî, ango hikûmetê, ku hevahengiya Desteya Geştiyariyê bi aliyên din ên pêwendîdar re heye, wek mînak Wezareta Navxwe, ewlekariya xalên kontrolê.”

Got jî: “Di heman demê de me gelek komîteyên bi erk û berpirsyariyên cuda li xalên kontrolê amade kirine. Xalên kontrolê ji bo me gelek girîng in, em dixwazin helwesteke erênî di nav geştyaran de derbarê Herêma Kurdistanê de çêbikin.”

Berdevkê Desteya Geştûguzarî diyar kir: “Li navenda bajêran, komîte dê serdana navendên geştyariyê bikin, ji bo şopandina rewşê û çêkirina jîngeheke aram û guncayî.”

Derbarê asta duyem jî got: “Asta duyemîn ku asta sektora taybet e, me bi Komeleya Otêl û Xwaringehan re hevahengî kiriye ku hemû navendên geştyarî, kafêtirya û xwaringeh vekirî bin. Herêma Kurdistanê, bi sektora giştî û taybet, bi her awayî amade ye ku betlaneyeke nimûneyî ji bo geştiyarên ku tên Kurdistanê dabîn bike, ku em pêşbînî dikin ku bi hejmareke mezin be.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment