Ehmed Şera hikûmeteke nû bi serokatiya xwe ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera avakirina hikûmeta nû ya bê serokwezîr ragihand û postên wê yên herî girîng di destê kesayetiyên nêzîkî xwe de hîştin. Herwiha kurdek û jinek jê di hikûmeta nû de hene.
Ehmed Şera duh 29ê Adarê danê êvarê hikûmeta xwe ya nû bi serokatiya xwe ragihand û 22 wezîran li Koşka Serokomariyê Sûnda yasayî xwarin.
Şera di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û tê de got, ew daxwazin dewleteke bihêz û aram ava bikin.
Herwiha got: “Em jidayikbûna qonaxeke nû di rêwîtiya xwe ya niştimanî de dibînin. Ez we piştrast dikim ku îro destpêkek e ku em ji rabirdûya xwe ya mezin îlhamê werdigirin, da ku em bi hev re ber bi paşeroja ku em dixwazin ve bi îradeyek bihêz bimeşin.”
Wezîrê Derve Esed Şeybanî û Wezîrê Berevaniyê Murhef Ebû Qesra ku nêzî Şera ne, postên xwe di hikûmeta nû de parastin.
Di hikûmeta nû ya Şera de, kurdê ji herêma Efrînê Mihemed Ebdulrehman Tirko, erkê Wezareta Perwerdeyê wergirtiye.
Herwiha tenê wezîrek jin di kabîneya Şera de heye, ew jî Hind Qebewat e ku erkê Wezareta Karûbarên Civakî û Kar wergirtiye.
Piştî ku di meha Çileya borî de, xwe weke Serokê Demkî ragihand, Ehmed Şera bi xwe çavdêriya rêveberiya qonaxa veguhêz a pênc salan dike.
Pêştir jî Berdevkê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif ragihandibû, ew weke ENKSê beşdarî ragihandina Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê nabin.