Xwepêşandanek li Siwêdayê li dijî ragihandina hikûmeta nû derket
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Siwêydayê çalakvanan nerazîbûna xwe li hember ragihandina hikûmeta nû ya Sûriyeyê nîşan dan.
Çalakvanên bajarê Siwêydayê îro 30î Adarê li qada Kerama xwe pêşan dan û siyaseta desthilatdariya nû ya Sûriyeyê red kirin.
Xwepêşanderan siloganên ku daxwaza mafên siyasî û bicikirina dadmendiya civakî bilind kirin.
Xwepêşanderan tekezî li ser beşdariya hemû pêkhateyên sûrî di nexşandina pêşeroja Sûriyeyê de kirin.
Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê duh 29ê Adara 2025an li Koşka Gel li Şama paytexta Sûriyê hat ragihandin.
Kabîneya Hikûmeta Veguhêz a Sûrî bi serokatiya Ehmed Şera ye û ji 22 wezîran pêk tê û Kurdek jî di nav de heye.