Berdevka DEM Partiyê: Derfeteke dîrokî li pêş Tirkiyeyê ye
Enqere (K24) – Li Enqereyê di duyem roja Cejna Remezanê de serdana hevdu kirin. DEM Partî û MHPê cara yekem serdana hevdu kirin û AK Partî û DEM Partiyê jî piştî 10 salan carek din serdanên xwe pêk anîn. Di hevdîtinan de şandeya Ak Partiyê tekezî li ser çekberdana PKKê, şandeya MHPê jî li ser Tirkiye û Rojhilata Navîn ya bê teror kir. DEM Partiyê jî ragihand her çiqas şert nebin jî div ê proseyê de ji bo baweriyê divê ji aliyê desthilat û hevkarê wê MHPê ve gavên berbiçav di zemîna parlamentoyê de bên avêtin.
Di çarçoveya pirozbahiyên Cejna Remezanê de partiyên siyasî serdana hevdu kirin. Di çarçoveya serdanên hevbeş de,cara ewil şanda MHPê serdana DEM Partiyê û şanda DEMê jî serdana MHPê kir. Sekreterê Giştî yê MHPê Îsmet Buyukataman destnîşan kir ku cejn roja dostanî û biratiyê ye. Alîkara Serokê Giştî yê MHP'ê Zuhal Topçu jî da zanîn ku ew ketine pêvajoyeke girîng û dê ev pêvajo bidome û ew xwedî armanca Tirkiye û Rojhilata Navîn ya bê teror in. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî di serdanê de bal kişand ser girîngiya diyaloga di navbera aliyên siyasî de.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ji K24ê re got: “Ev prose ji bo me gelekî girîng e. Me ji destpêkê heta niha me nav lê kiriye û me got em ji wextekî gelekî dîrokî dibûrin. Ji ber wê jî hemû kesên ku berpirsyar in û dikarin vî barî hilgirin, divê berpirsyariyên xwe bi cîh bînin. Loma ji me ev danûstandin ev guftûgokirin, ji bo destpêka jiyanek nû girîng e. Em di vê çarçoveyê de dinêrin vê eydê jî. Tehma eydê, tehma cejnê dê kengî li Tirkiyeyê çêbibe, dema aştiyeke bi mayînde û rûmet were û gele Tirkiyeyê jî xwe azad bihesibînin wê deme em dikarin bibêjin cejn e, rast e.”
Partiyeke din jî partiya Paşerojê bû ku serdana DEM Partiyê kir. Piştî pîrozkirina cejna hevdu ji aliyê endamên partiya paşerojê ve hate gotin ku ew cejneke bi êş re derbas dibin ku gelek ciwan û rojnameger girtîne û xalên demokrasiye binpê ne. Herwiha di hevdîtinê hate ragihandin, Tirkiye dikare hemû kêşeyê xwe çareser bike bi dabînkirina hiqûqê
Alîkara Serokê Giştî ya Partiya Paşerojê Meryem Turktekîn got: “Helbet serdanên cejnê gelekî bi qîmetin lê em cejneke bi xembar dijîn. Lê divê em hêviya xwe her biparêzin, di warê aborî, demokrasî û serdestiya hiqûqê de niha em di proseyên bi kêşe re derbas dibin. Di vê proseyê de divê rêz li îradeya neteweyî bê girtin. Bo dabînkirina demokrasi, serdestiya hiqûqê erkên girîng dikevin ser milên me siyasetmedaran. Lê biya min, em dê bihevre van proseyên bi kêşe çareser bikin. Ji bo vê jî piştevanî û opozîsyoneke bi biryar û xûrt dê diyarker be.”
Ji aliyekî din ve piştî 10 salan Ak Partî û DEM Partiyê jî serdana hev kirin. Di hevditinê ji aliyê Ak Partiyê hate ve teqez kirin ku Dewlet Bahçelî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep tayyîp Erdogan û Îmraliyê îradeyeke xurt nîşan daye ku divê êdî PKKê jî dev çekan berde û Lê bele şandeya DEMê jî bo Ak Partiyê got ji bo çareseriya Pirsa Kurd, proseya aştiyê û çekberdana PKKê hewcedarî bi hin pengavên berbiçav heye ji aliyê desthilatê ve ku di zemîna parlamentoyê de bên avêtin û gel û civak ji proseyê bawer bikin.