IOM: Sala borî nêzî 9 hezar koçber canê xwe jidest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî daneyên dawî yên Rêxistina Koçê ya Navdewletî (IOM), zêdetirî 122.6 mîlyon mirov li seranserê cîhanê ji ber zor, tundî, binpêkirinên mafên mirovan û bûyerên din, ji cih û warên xwe koçber û penaber bûne.

Rêxistinê diyar kir, di sala 2024an de hejmara koçber û penaberan li gor sala 2023an, ji sedî 5 zêde bûye û bûye 5,3 milyon.

Di navbera 2012 û dawiya sala 2024 de, li cîhanê ji her 67 kesan, yek bêwar maye, ku ev hejmar bi berawird salên 2000 – 2012an du caran zêde bûye. Herwiha li gorî amaran jî, ji sedî 87ê koçberan ji welatên kêm-dahat bo welatên din koçber bûne.

Li gorî Rêxistina Koçê ya Navdewletî, di sala 2024’an de nêzî 9 hezar koçber li ser rêyên koçberiyê û ji ber sedemên cuda canê xwe jidest dane.

Ji aliyekî din ve, Ajansa Çavdêriya Sînoran (Frontex) ragihand, di sala 2024an de, 239 hezar kes derbasî Ewropayê bûne, li gorî wê rêxistinê, koçberiya ber bi Ewropayê %38 kêm bûye.

Li gorî Frontex, ji sedî 59ê koçberiya neqanûnî ya ber bi Ewropayê ve ji Deryaya Spî hatiye, ku ev kêmbûn bi serkeftina partiyên rastgir ên di hilbijartinên 2024an de û tedbîrên tund ên sînoran ve girêdayî ye, ji bilî şert û mercên qebûlkirina penaberan.

Herwiha di navbera meha Çile û Mijdara a sala borî de, 30 hezar û 431 koçber ji bakurê Fransayê gihîştine Brîtanyayê, piraniya wan bi rêya Kanala Îngîlîz bûye.

Di Îlona sala borî de, hikûmeta Brîtanyayê 75 milyon Pound (98 milyon dolar) ji bo bihêzkirina ewlehiya sînor veqetandibû. Plan ew e ku efserên zêdetir ji bo dezgehên sînor û tundkirina tedbîrên ewlehiyê tayîn bike.