Riha.. Du bira di êrîşekê de hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rihayê 2 birayan di encama êrîşeke çekdarî de li ber molekê jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahiyan, 2 birayên bi navê Yusuf (32) û Yakup Aydogdu (29) li taxa Haleplî Bahçeya ser bi navçeya Eyyûbiyeyê ya Rihayê ve, li ber molekê ji ber sedemeke nediyar rastî erîşeke çekdarî hatin.
Li ser agahdarkirina welatiyan, tîmên tenduristiyê û polîs gihîştin cihê bûyerê û hat tespîtkirin ku 2 birayan canê xwe ji dest daye.
Di derheqa wê bûyerê de jî, lêpirsîn hat destpêkirin.