HSD û Şamê li ser taxên Kurdî yên Helebê li hev kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û birêveberiya nû ya Sûriyeyê li ser taxên Kurdî yên Parêzgeha Helebê li hev kir, li dû wê lihevkirinê gerentiya parastina dezgehên sivîl ên her du taxan û azadkirina tevaya desteserkiriyan tê kirin.
Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê îro (Sêşem, 01ê Nîsana 2025ê) di ragehandinekê de lihevkirina navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û birêveberiya nû ya wî welatî li ser taxên Kurdî yên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê li parêzgeha Helebê ragehand.
Wê wezaretê amaje jî da, “Li dû wê lihevkirinê, hêzên Kurdî ji her du taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê tên vekêşan.” Herwesa her du alî li ser parastina dezgehên sivîl li wan her du taxan û azadkirina tevaya desteserkiriyan li hev kir.
Her li dû wê ragehandina Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê, HSD û Şam li ser hêsankariyên hatin û çûnê di navbera her du taxên Kurdî û deverên bakurê rojhilata wî welatî de li hev kir.
Ev pêngav jî piştî derbazbûna nêzî mehekê ji îmzakirina lihevkirinekê di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokê Sûriyeyê yê demkî Ehmed Şera de ji bo têkelkirina hêzên Kurdî di nav artêşa nû ya Sûriyeyê de tê.