Trump: Min danûstandineke baş bi Sîsî re kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê û Serokê Misirê bi rêya tilefonê axiftin û danûstandin li ser dawî pêşhatên Rojhilata Navîn û deverê kirin, herwesa her du aliyan tekez li ser berdewamkirina aîkarî û hevahengiyên navbera xwe pêxemetî bidestxistina berjewendiyên her du gelan kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Sêşem, 01ê Nîsana 2025ê) bi rêya tilefonê bi Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî re axift.
Donald Trump ragehand ku, bi Sîsî re danûstandineke baş kiriye û li ser çend mijaran axiftine, wekî pêşkeftina serbazî li dijî komên Hûsiyên Yemenê û pêşniyara çareseriyan ji bo kertê Xezzeyê.
Serokê Misirê jî ji aliyê xwe ve parve kiriye ku, her du serokan danûstandin li ser bizavên xwe yên ji bo vegerandina tenahiyê ji bo deverê kirine, ku vê yekê jî dê bandoreke erênî li ser keştîvaniyê li Deryaya Sor hebe û dê rêyê li zirarên aborî ji bo hemî aliyan bigire.
Herwesa her du aliyan tekez li ser pabendbûna xwe bi berdewamkirina alîkarî û hevahengiyên navbera xwe kir, pêxemetî bidestxitina berjewendiyên hevpar ên her du gelan.
Piştî êrîşa Hemasê bo ser Israîlê li roja 07ê Cotmeha 2023ê, Misirê rolekî serekî di navbeynkariya her du aliyan de ji bo merema agirbestê hebû.