Perlemantarên Kurd li Almanyayê bo doza Kurd û Kurdistanê kar dikin

Qasim Tahir
Qasim Tahir

Navenda Nûçeyan (K24) - Tevlîbûna Kurdên Almanyayê di siyasetê de zêde bûye û di dawî hilbijartinên Perlemana Almanyayê de heft kes bûne endamên Perlemanê. Ew perlemantar amajeyê didin ku, ji bo wan doza Kurd û Kurdistanê û diyasporaya Kurdî giring e û li dezgehên siyasî yên Almanyayê bergiriyê ji Kurdan dikin.

Endamê Perlemana Almanyayê Qasim Tahir ji K24ê re ragehand, “Em wekî endamên Perlemanê divê dengê Kurdan gelek mezin bikin. Me komeke Kurdî li Perlemana Almanyayê çê kiriye ku ev cara yekê ye di dîroka Almanyayê de tiştekê bi vî rengî tê kirin.”

Qasim Tahir  herwesa got, “Em bizavê dikin dengê Kurdan li Almanya û Ewropayê zêdetir bê bihîstin, ji bo nimûne em dibînin rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê çawa ye, lewma divê em hemî ji bo bergirîkirina ji Rojavayê Kurdistanê yek bin. Divê em bergiriyê ji gelê Kurd bikin. Eger em nekin, kî dê bike?”

Fîrat Koçak jî ku Kurdê Bakurî ye û Endamê Perlemana Almanyayê ye amaje da, “Bê goman ji bo min nasname giring e. Dema min dest bi siyasetê kir, bapîrê min ji min re got: bila ji bîra te neçe tu ji ku hatîyî û tu xelkê kî derê yî. Ez li Berlînê bûm û mezin bûm, lê daybab û dapîr û bapîrên min Kurd in.”

Du milyon Kurd li Almanyayê dijîn, lewma tevlîbûna siyasî ji bo Kurdên diyaspora û Kurdistanê jî giring e. Hejmara kursiyên perlemanê 630 kursî ye, di dawî hilbijartinan de heft Kurd bi ser keftin û gehiştin Perlemana Almanyayê.

Hebûna Nûnerên Kurd li dezgehên siyasî û navendên biryardanê yên Almanyayê deng û lobiya Kurdistaniyên Almanyayê bihêztir dike û ew dikarin zêdetir bergiriyê ji doza Kurd û Kurdistanê bikin.

 
 
Fly Erbil Advertisment