Axios: Koçka Spî danûstandinan li ser bersiva nameya Îranê dike

Koçka Spî
Koçka Spî

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî derbazbûna nêzî mehekê, Komara Îslamî ya Îranê bersiva nameya Serokê Amerîkayê da. Berpirsekî Amerîkayê jî eşkere kir, “Tehran tenê bi danûstandinên nerasterast bi Waşintonê re razî bûye.”

Malpera Axiosê ya Amerîkayî bê ku nav, pile û postên berpirsê Amerîkayî eşkere bike parve kiriye, “Bersiva Komara Îslamî ya Îranê ji bo nameya Serokê Amerîkayê Donald Trump gehiştiye Koçka Spî.”

Li dû gotinên wî berpirsê Amerîkayî, tevî ku Trump di nameya xwe de daxwaza danûstandinên rasterast ji Rêberê Bilind ê Îranê kiribû, lê Komara Îslamî ya Îranê tenê li ser wê yekê razî bûye ku bi navbeynkariya Selteneta Umanê tevlî danûstandinên nerasterast bibe.”

Li dû zanyarên Axiosê, berpirsên Amerîkayî li ser du bereyan parve bûne, pareke wan li wê bawerê ye ku hêşta hêvî heye bi rêya danûstandinan bi Îranê re lihevkirin bê kirin, lê pareke din danûstandinan bê mifa dibîne û piştevaniya êrîşkirina li ser navendên atomî yên Îranê dike.

Wî berpirsê Amerîkayî herwesa got, “Trump naxwaze bi Îranê re bikeve nav şerî, lê baweriya wî wesa ye ku bi zêdekirina hêzê û pêşxistina şiyanên serbazî li deverê dikare hevsengiya şiyanan û hêzê çê bike, ji bo ku Îranê neçar bike û bi awayekî bihêz dest bi danûstandinan bike.”

Berpirsê jêgotî amaje jî da, “Niha Koçka Spî li gel komkirina zêdetir hêzê li Rojhilata Navîn e, bi hûrî lêkolînê li ser pêşniyara Tehranê ji bo danûstandinên nerasterast dike.”

 
Fly Erbil Advertisment