Gaza Dana: Li Kormorê rojane 525 milyon pê sêcar gaz tê hilberandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Kompaniya Dana Gas dibêje, wê berhemanîna gaza sirûştî li kêlgeha Kormorê, rojane 525 milyon pê sêcar zêde kiriye.
Kompaniya Dana Gas a Îmarata Erebî îro 3ê Nîsanê di daxuyaniyekê de got, wê ji destpêka Adarê ve hilberîna ji kêlgeha Kormorê rojane 525 milyon pê sêcar zêde kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, ji sala 2017an vir ve berhemanîna li wê kêlgehê ji sedî 75 zêde bûye, ev ji bilî berhemanîna kondensatê jî rojane 15 hezar û 200 bermîlan zêde bûye û herwiha rojane 1070 ton gaza petrolî tê berhemanîn.
Dana Gas herweha destnîşan dike, ew bi hevkaran re li ser pêşkeftina Kormor250 dixebite, ku dê heya çaryeka yekem a 2026an ast û şiyana veberhênanê ya wê kêlgehlê %50 zêde bike. Di mehên dawî de, bi pêşkeftina bilez bi qasî 1 mîlyar dolar hatiye berfirehkirin.
Dana Gas got ku Pearl Petroleum biryar daye ku heta sala 2026an li Çemçemal dest bi lêgerîna zêdetir ya yedeka gaza xwezayî bike, da ku hilberîna gazê rojane bike 71 milyon pê sêcar.
Amaje bi wê jî kir, hevkaran soz didin ku 160 mîlyon dolar veberhênan bikin, da ku sê bîran bikolin, saziyeke taqîkirina bîran ava bikin.