Misir êrîşên Israîlê yên li ser Sûriyeyê şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Misir êrîşên Israîlê yên li ser Sûriyeyê û bomberankirina kilînîkeke pizişkî li Xezzeyê bi tundî şermezar dike.

Wezareta Derve ya Misirê îro (Pêncşem, 03ê Nîsana 2025ê) di beyannameyekê de êrîşên Israîlê yên li ser çend deverên Sûriyeyê şermezar kirin.

Wezareta Derve ya Misirê di wê beyannameyê de got, “Ew êrîş binpêkirineke berçav a qanûna navdewletî ye li ser serweriya Sûriyeyê û yekparçeyî û tenahiya wê.” Herwesa got, “Rewşa navxweyî ya Sûriyeyê ji bo wan êrîşan wek delîve hatiye bikaranîn.”

Wezareta navbirî herwesa daxwaz ji aliyên navdewletî yên çalak kiriye ku, helwest li beranberî binpêkirinên Israîlê hebe û Israîlê neçar bikin ku destan ji dagirkirina axa Sûriyeyê berde û herwesa rêzê li lihevkirina sala 1974ê bigire.

Ajansa SANAyê ya nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê duhî (Çarşem, 02ê Nîsana 2025ê) parve kiribû, “Balafirên şerî yên Israîlê çend cih bombebaran kirine, yek ji wan cihan jî navendeke lêkolînên zanistî li taxa Mesakin Berezeyê ya Şamê ye.”

Li dû ajansên nûçeyan, balafiran tenê Şam bombebaran nekiriye belkî Balafirxaneya Serbazî ya Hemayê û derdora Balafirxaneya T4ê ya Serbazî li Himisê jî bombebaran kirine.

 
Fly Erbil Advertisment