Mesrûr Barzanî di salvegera jenosîda Kurdên Feylî de peyamek parve kir

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di salvegera jenosîda Kurdên Feylî de dibêje, “Em îro tawaneke hovane bibîr tînin, ku li beranberî pareke giring a gelê me hatiye kirin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (În, 04.04.2025) peyamek ji bo salvegera jenosîda Kurdên Feylî parve kir ku tê de hatiye, “Em tawaneke hovane ku li beranberî pareke giring a gelê me hatiye kirin bibîr tînin, ku hewên jenosîdkirina Kurdên Feylî ne û rijêmên yek li dû yekê yên Îraqê bi gelek qonaxan ew hew kirin û li sala 1980ê gehiştin lûtkeya hovîtiyê, dema ku rijêma berê ya Îraqê  di pakijkirineke nejadî de û ji ber Kurdbûna wan, bi sedan Kurdên Feylî ji Îraqê derxistin û bi hezaran jî winda kirin û destê xwe dana ser mal û milk û samanên wan.”

Ev jî peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye:

Em tawaneke hovane ku li beranberî pareke giring a gelê me hatiye kirin bibîr tînin, ku hewên jenosîdkirina Kurdên Feylî ne û rijêmên yek li dû yekê yên Îraqê bi gelek qonaxan ew hew kirin û li sala 1980ê gehiştin lûtkeya hovîtiyê, dema ku rijêma berê ya Îraqê  di pakijkirineke nejadî de û ji ber Kurdbûna wan, bi sedan Kurdên Feylî ji Îraqê derxistin û bi hezaran jî winda kirin û destê xwe dana ser mal û milk û samanên wan û nasnameyên wan jê standin.

Di salvegera 45ê ya jenosîdkirina Kurdên Feylî de, em tekez dikin ku divê Hikûmeta Îraqê erk û berpirsyarîtiyên xwe yên qanûnî û destûrî bi cih bîne û binemal û kesûkarên qurbaniyên jenosîda Kurdên Feylî û jenosîd û komkujiyên din bi awayekî hejî qerebû bike û mal û milkên wan ên zevtkirî jê re vegerîne.

Silav li canê pakij ê şehîdên Kurdên Feylî û tevaya şehîdên Kurdistanê.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

04.04.2025

 
 
 
 

 

Fly Erbil Advertisment