Serok Barzanî: Xûşk û birayên Feylî rolekî giring di tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê de hebû

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî di salvegera 45ê ya jenosîdkirina Kurdên Feylî de di peyamekê de dibêje, “Xûşk û birayên Feylî rolekî giring di tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê û doza neteweyî ya gelê me de hebû, û jenosîdkirina Kurdên Feylî pareke pilana darêtî ya Rijêma Îraqê ya berê ji bo nehêlana gelê Kurdistanê bû.”

Serok Barzanî îro (În, 04.04.2025) di salvegera 45ê ya jenosîdkirina Kurdên Feylî de peyamek li ser tora civakî ya Xê parve kir, ev jî tekista wê ye:

Di salvegera 45ê ya jenosîdkirina Kurdên Feylî de, em silavan ji bo canê pakij ê şehîdên Kurdên Feylî û hemî şehîdên rêya azadiya Kurdistanê dişînin. Xûşk û birayên Feylî rolekî giring di tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê û doza neteweyî ya gelê me de hebû, û jenosîdkirina Kurdên Feylî pareke pilana darêtî ya Rijêma Îraqê ya berê ji bo nehêlana gelê Kurdistanê bû.

 
 
 
 

 

Fly Erbil Advertisment