Nêçîrvan Barzanî: Divê jenosîda Kurdên Feylî bo bicihanîna paşerojeke baştir bibe ders

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê di salvegera jenosîdkirina Kurdên Feylî de dibêje, “Em salvegera 45ê ya jenosîda bi hezaran Kurdên Feylî bibîr tînin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (În, 04.04.2025) di salvegera jenosîdkirina Kurdên Feylî de peyamek parve kir ku tê de hatiye, “Em salvegera 45ê ya jenosîda bi hezaran Kurdên Feylî bibîr tînin, ku di helmeteke hovane ya rijêma wê demê ya Îraqê de rûbirûyî kuştin û desteserkirin û veguhastin û windakirin û jêstandina nasnameyan û bindestkirina mal û samanên xwe bûn.”
Ev jî peyama Serokê Herêma Kurdistanê ye:
Em îro salvegera pirî azar a 45ê ya jenosîda bi hezaran Kurdên Feylî bibîr tînin, ku di helmeteke hovane ya rijêma wê demê ya Îraqê de rûbirûyî kuştin û desteserkirin û veguhastin û windakirin û jêstandina nasnameyan û bindestkirina mal û samanên xwe bûn, tenê ji ber ku Kurd in û piştevaniya şoreşa Kurdistanê dikir.
Di vê bîranînê de, em tekezê li ser daxwaziya xwe ji Hikûmeta Federalî ya Îraqê dikin ku, li dû biryara Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê ku ew tawan wekî jenosîd daye nasandin, Kurdên Feylî ji hemî aliyan ve qerebû bike û nasname û mal û samanên wan jê re vegerîne û arêşeyên wan çare bike. Em xûşk û birayên xwe yên Feylî piştrast dikin ku em dê li ser bizavên xwe ji bo vegerandina mafên wan û bicihanîna dadweriyê ji bo wan berdewam bin û ji bo her tiştekê pêdivî di vî warî de em xemsariyê nakin.
Jenosîda Kurdên Feylî û hemî bizavên nehêlanê û ew tawanên li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin dîrokeke reş û boriyeke tal in, ku ji bilî nexweşî û neseqamgiriyê çi tiştekî din ji bo welatî neaniye. Divê ew dîrok ji bo bicihanîna paşerojeke baştir bibe hikmet û ders, ku li ser bingeha hevfêmkirin û hevparî û hevpejirandin û parastina mafên hemî pêkhateyan li Îraqê hatibe avakirin.
Silv û hurmet ji bo bîranîna şehîdên Kurdên Feylî û hemî şehîdên Kurdistanê.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
04.04.2025