HSD û YPG ji Helebê vekişiyan

Navenda Nûçeyan (K24) - Ajansa SANAyê ya Nûçeyan parve kiriye, “Karwanê yekê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li parêzgeha Helebê ber bi rojhilata Firatî ve dest bi vekişiyanê kir."
Ajansa SANAyê eşkere kiriye, “Karwanê serbazî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi serperiştiya Wezareta Bergiriyê dest bi vekişiyanê ji wê deverê kiriye.”
Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan duhî (Pêncşem, 03.04.2025) eşkere kir, “Li dû lihevkirinê, 100 êxisîrên bin destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û 150 êxisîrên bin destê hêzên Sûriyeyê li hev hatin guhertin.”
Serokatiya Komara Sûriyeyê li roja 10ê Adara îsal ragehandibû, “Serokê Sûriyeyê yê demkî Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li hev kir.”
Serokatiya Komara Sûriyeyê ragehand, “Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî li hev kiriye ku HSDê bixin nav sîstema hêza bergiriyê ya niştîmanî ya Sûriyeyê, herwesa li hev kiriye ku tevaya dezgehên sivîl ên bakurê rojhilata Sûriyeyê jî, wekî deriyên sinorî, balafirxane û zeviyên petrol û gazê, bi Şamê re girê bidin.”
Ji aliyekî din ve jî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî ragehand ku, dest bi vekêşana hêzên xwe ji Helebê kiriye.
YPGê di beyannameyekê de ragehandiye ku, hêzên wan ji her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dest bi vekişiyanê kiriye û ew tax dane destê ewlehiyê. Herwesa ragehandiye, “YPG bi çekê xwe ve ber bi Rojavayê Kurdistanê û bakurê û rojhilata Sûriyeyê ve çûye.”
YPGê herwesa gotiye, “Ew vekişiyan li dû xala şeşê ya lihevkirina navbera Civata Giştî ya Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê û Birêveberiya Şamê bû, duhî jî 250 êxisîr di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Şamê de li hev hatin guhertin.”