Sebah Subhî: Îraqê pêngavên cidî bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê neavêtine

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî Lijneya Petrol û Gazê ya Civata Nûnerên Îraqê bersiva Wezareta Petrolê ya Îraqê dide û dibêje, “Ev zêdetirî du salan e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çarekirina pirsa hinardekirina petrolê şandan dişîne Bexdayê.” Herwesa dibêje, “Wezareta Petrolê ya Îraqê li dû madeyên 111 û 112ê yên destûrî naçe, ku mafî dide Herêma Kurdistanê li nav wan zeviyên petrolê kar bike yên ku piştî sala 2005ê hatine vedîtin.”
Endamê Lijneya Petrol û Gazê ya Civata Nûnerên Îraqê Sebah Subhî îro (În, 04.04.2025) di ragehandinekê de bersiva Wezareta Petrolê ya Îraqê da û tekez kir, “Ev ji bo dema zêdetirî du salan e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam ji bo çarekirina pirsa hinardekirina petrolê şandan dişîne Bexdayê, ev jî delîlê pakijiya niyeta Herêma Kurdistanê ji bo lihevkirinê li dû destûr û çarçoveyê qanûnê ye.”
Sebah Subhî amaje jî da, “Wezareta Petrolê ya Îraqê li dû madeyên 111 û 112ê yên destûrî naçe, ku mafî dide Herêma Kurdistanê li nav wan zeviyên petrolê kar bike yên ku piştî sala 2005ê hatine vedîtin. Ew enê li dû qanûnên parekî yên girêdayî madeya 12ê ya qanûna budceya giştî ya sala 2023ê diçe.”
Navbirî tekez jî kir, “Wezareta Petrolê ya Îraqê çi pêngavên cidî ji bo çarekirina pirsa hinadekirina petrola Herêma Kurdistanê neavêtine.” Herwesa got, “Em bergiriyê ji Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (Apikur) nakin, belkî em li ser mafên bidesxistî di çarçoveya peymanên navbera kompaniyên navdewletî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de diaxivin, ku li dû biryara dadgeha temîzê li roja 18.04.2024ê rastî û duristiya wê selimandiye.”
Endamê Lijneya Petrol û Gazê tekîd jî kir, “Ew daxuyaniyên behsa firotina petrola Herêma Kurdistanê bi awayekî neqanûnî dikin ji rastiyê dûr in, belkî kompaniyên weberhênanê yên petrolê li dû qanûna berkar hejmara pêdivî ya petrolê ji bo bikaranîna navxweyî berhem tînin.”
Sebah Subhî ron jî kir ku, parastina samanê gelê Îraqê ji daxwaziyên wan ên pêşiyê ye, lê cihê pirsyarê ye ku Wezareta Petrolê ya Îraqê di vê demê de vê pirsê diazirîne, ku zirarê digehîne peywendiyên navbera Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di demekê de ku pêngavên baş ji bo hevfêmkirinê di navbera her du aliyan de hatine avêtin.
Navbirî herwesa got, “Çarekirina wê pirsê bi rêya derxistina ragehandinan û çêkirina tometan nabe, belkî yekane mîkanîzm ji gengeşe û danûstandinên cidî û nehêlana xalên neserekî û balkêşana li ser niyetên bingehîn ji bo dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyî pêk tê, ku berjewendiya hemî aliyan tê de ye.”