Îsraîlê 3 baregeh li Sûriyeyê bombebaran kirin ku Tirkiyeyê dixwast wan bike baregehên leşkerî

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa “Reuters” belav kir, Îsraîlê 3 cihên ku Tirkan dixwestin wan bikin baregehên leşkerî li Sûriyeyê, bombebaran kirin.

Ajansa Reutersê ji ser zarê 4 jêderên Îsraîlî belav kir, “Îsraîlê di vê hefteyê de 3 baregeh li Sûriyeyê bombebaran kirin, ku ji aliyê Tirkan ve hatine destnîşan kirin ku wan bikin bingehên asmanî.

Li gorî van jêderan; “Çend pisporên Tirkiyeyê serdana wan navçeyên Sûriyeyê kirine, da ku bibin baregehên asmanî yên hêzên Tirkiyeyê li Sûriyeyê, lê Îsraîlê destpêşxerî girtiye û ew navçe wêran kirine.

Firokeyên şer ên Îsraîlê roja 3ê Nîsanê Firokxaneya Leşkerî ya Hemayê bombebaran kiribûn. Jêderên leşkerî yên Sûriyeyê aşkere kiribûn, di encama bombebarana Îsraîlê de, 3 endazyarên Tirkiyê hatine kuştin.

Hat destnîşankirin ku wan endezyarên Tirk kar li ser bicihkirina sîstema berevaniya asmanî û amûrên teknîkîli Firokxaneya Hamayê dikirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan duh gotibû, ew naxwazin li Sûriyeyê bi Îsraîlê re pirsgirêk derkevin.

 
Fly Erbil Advertisment