Netanyahu û Trump şerê Xezzeyê û dosyeya Îranê gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dê serdana Amerîkayê bike û gotûbêjan li ser çend mijaran bike, di nav wan de jî dosyeya Îranê ye.
Pêgeha “Axios” belav kir, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dê roja Duşemê li Washingtonê bi Serokê Amerîka Donald Trump re bicive.
Li gor heman jêderî, mijarên sereke yên serdana Netanyahu bo Amerîkayê, dê bernameya etomî ya Îranê, şerê Xezzeyê û operasyonên leşkerî yên Îsraîlê li ser Xezzeyê bin.
Wê pêgeha Amerîkî got, Netanyahu dixwaze bi Donald Trump re gotûbêjan li ser çawaniya êrişkirina li ser navendên etomî yên Îranê bike, di egera têkçûn danûstandinan de.
Piştî ku Trump bû serok, ev cara duyem e Netanyahu serdana Amerîkayê dike. Di destpêka Sibatê de, ji bo cara yekem serdana Washington kiribû.
Roja 19-01-2025an, qonaxa yekem a agirbesta di navbera Hemas û Îsraîlê de, bi navbeynkariya Misir, Qeter û Amerîkayê, ket warê cibicîkirinê û di 01-03-2025an de jî bidawî bû.
Di nîvê meha Adarê de, Îsraîlê dîsa dest bi êrîşa bejayî û asmanî li ser Kerta Xezzeyê kir. Netanyahu got, armanca êrîşan, azadkirina hemû dîlan û tunekirina Hamasê ye.