Piştîwan Sadiq: Berpirsyarên Îraqê pabendî destûrî nebûne

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî Nivîsîngeha Siaysî ya PDKê radigehîne, “Ew bingeha Îraqa nû li ser hatiye damezrandin, nehatiye bicihanîn û berpirsyarên Bexdayê pabendî destûrî nebûne.”
Bi amadebûna hejmareke berpirsên hikûmetê û partiyê, îro (Yekşem, 06.04.2025) li nahyeya Dîbegeyê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê, di merasîmekê de perde li ser monomenta şehîdên karesata Nîsana 2003ê hat rakirin. Fermande Wecîh Barzanî di w rojê de ji ber bombebarankirineke şaş a balafirên şerî yên hevpeymanan bi giranî birîndar bû û 17 Pêşmergeyên din jî şehîd bûn.
Endamê Nivîsîngeha Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Piştîwan Sadiq di gotara wê merasîmê de ragehand, “Herêma Kurdistanê û Pêşmergeyan rolekî giring di azadkirina Îraqê û nivîsîna destûrî de dît, lê ew bingeha Îraqa nû li ser hatiye avakirin nehatiye bicihanîn û berpirsyarên Bexdayê pabendî destûrî nebûne.”
Piştîwan Sadiq tekez jî kir, “Rûdanên 06ê Nîsanê eşkere kir ku, Serok Barzanî û kesên nêzî wî li Kurdistanê herdem li rêza pêşiyê ya bergiriyê bûn, pêxemetî vê yekê jî qurbanî dane.”
Endamê Nivîsîngeha Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di pareke din a gotinên xwe de jî amaje da, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê karên gelek mezin kirine û asoya paşeroja xelkê Kurdistanê ron e.”