Ajansek: Xamineyî artêşa Îranê raspartiye ku di amadebaşiya herî zêde de be

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsekî bilind ê Îranê ragehandiye ku, artêşa welatê wî li ser raspardeya Rêberê Komarê ji ber her êrîş û gefekê keftiye di amadebaşiyeke herî zêde de.
Ajansa Reutersê îro (Yekşem, 06.04.2025) li ser zarê berpirsekî bilind ê Îranê parve kiriye, “Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî artêşa welatê xwe raspartiye ku di amadebaşiya herî zêde de be.”
Reutersê herwesa gotiye, “Du meh ji bo lihevkirina bi Amerîkayê re li pêşiya Îranê hene, eger jî danûstandin di vî warî de dirêj bibin, Israîl êrîş dike ser Îranê.”
Wî berpirsê Îranî herwesa di vî warî de got, “Eger ev yek rû bide, careke din hemî sizayên navdewletî li ser Îranê tên sepandin.”
Piştî derbazbûna nêzî mehekê, Komara Îslamî ya Îranê berî çend rojan bersiva nameya Serokê Amerîkayê da. Berpirsekî Amerîkayê jî eşkere kir, “Tehran tenê bi danûstandinên nerasterast bi Waşintonê re razî bûye.”
Malpera Axiosê ya Amerîkayî bê ku nav, pile û postên berpirsê Amerîkayî eşkere bike parve kiriye, “Bersiva Komara Îslamî ya Îranê ji bo nameya Serokê Amerîkayê Donald Trump gehiştiye Koçka Spî.”
Li dû gotinên wî berpirsê Amerîkayî, tevî ku Trump di nameya xwe de daxwaza danûstandinên rasterast ji Rêberê Bilind ê Îranê kiribû, lê Komara Îslamî ya Îranê tenê li ser wê yekê razî bûye ku bi navbeynkariya Selteneta Umanê tevlî danûstandinên nerasterast bibe.”