Ehmed Şera serdana Îmarat û Tirkiyeyê dike

Ehmed Şera
Ehmed Şera

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Sûriyeyê parve kiriye, “Bi merema bidestxistina zêdetir piştevaniya navdewletî, biryar e li heftiya bê Serokê Sûriyeyê yê demkî Ehmed Şera serdana Îmaratê û paştir serdana Tirkiyeyê jî bike.”

Piştî serdana wî li meha Çileyê ya îsal ji bo Siûdiyeyê, ev dibe serdana duyê ya Ehmed Şera ji bo kendavî, ji hingê ve ku desthilata Şamê wergirtiye. Herwesa çûna wî ji bo Tirkiyeyê jî dibe serdana wî ya duyê ji bo wî welatî, piştî serdana wî li destpêka îsal ji bo Enqereyê.

Meremeke serekî ya serdanên Ehmed Şera ji bo derveyê welatê wî kirina bizavan e ji bo rakirina tevaya sizayên li ser welatê wî sepandî, ku ji ber siyasetên rijêma Esed li ser hatine sepandin û ji ber wê yekê jî Sûriye rûbirûyî kirîzeke kujek bûye.

Xasma jî sizayên tund ên Amerîka, Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê li ser kompanî û kertên cuda cuda û hejmareke kesatiyên birêveberiya nû ya Sûriyeyê şademarên aborî yên Sûriyeyê ji kar xistine.

Piştî nehêlana rijêma Esed li roja 08.12.2024ê ji aliyê Desteya Tehrîr Şamê ve bi serkirdetiya Ehmed Şera, berpirsên bilind ên birêveberiya nû ya Şamê bizavên xwe yên diplomasî ji bo rêkxistin û qanûnîkirina peywendiyên xwe bi welatên Erebî û rojavayî re xurt kirine, ji bo ku piştî 14 salan ji şerê navxweyî henaseyekê bi abor û jêrxaneyên Sûriyeyê bidin.

 
Fly Erbil Advertisment