Bi tevlîbûna Herêma Kurdistanê, Lûtkeya Ebûzebî ya Weberhênanê bi rê ve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) - Gera 14ê ya Lûtkeya Ebûzebî ya Weberhênanê li welatê Îmaratê dest pê dike û nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tevlî wê dibin.

Gera 14ê ya Lûtkeya Ebûzebî ya Weberhênanê îro (Duşem, 07.04.2025) li Îmaratê bi navnîşanê “Nexşerêya paşerojê ya weberhênana cîhanî, arasteya nû ya dîmenê weberhênana cîhanî, ber bi sîstemeke cîhanî ya hevseng” dest bi karên xwe dike.

Biryar e ew lûtke heta 09ê vê mehê berdewam be û gelek serokên welatan û zêdetirî 60 wezîr û parêzgerên bankên navendî û 30 serokên şaredariyan û 1250 panelistan tevlî wê bibin.

Di wê lûtkeyê de, zêdetirî 20 hezar kesan ji 180 welatên cîhanê amade dibin. Şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tevlî wê dibe, ku ji Serokê Desteya Weberhênanê Mihemed Şikrî û Nûnerê Wezareta Bazirganî û Pîşesazî û çend weberhêner û bazirganan pêk tê.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment