HRW: Ji Berçileyê ve bêtir ji 600 kesî li Sûriyeyê bûne qurbaniyên paşmayên şer
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Human Rights Watch (HRW) diyar kir, di heyama 4 mehên borî de paşmayên şer li Sûriyeyê bûne sedema kuştin û birîndarbûna bêtirî 600 kesî ku di nava wan de zarok jî hene.
Rêxistina "HWR" di raportekê de got: “Ji Berçileya bûrî ve li seranserî SûriyEYê, 249 kes di nav wan de 60 zarok, di teqîna paşmayên şer de canên xwe ji dest dane, her weha 379 kes birîndar bûne.”
Li gorî wê raportê, belavbûna berfireh ya paşmayên şer li Sûriyeyê, sivîlên ku vedgerin malên xwe li gund û gundewaran, rastî metirsiyan tên.
Human Rights Watch tekez kir, divê Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê kar li gel aliyên pêwendîdar ên navdewletî bike ji bo danîna rêkar û programên rakirina mayîn û paşmayên şer bi awayekî bilez.