Sefîn Dizeyî: Kompaniyên biyanî bi seqamgiriya Herêma Kurdistanê matmayî ne

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Herêma Kurdistanê ji bo weberhênanê devereke seqamgir e û kompaniyên biyanî bi wê seqamgiriyê matmayî ne.”
Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî îro (Çarşem, 09.04.2025) ji K24ê re ragehand, “Sermayedar herdem li wan cihan weberhênanê dikin ên ku deverên tena û bêarêşe ne, lewma jî kompaniyên biyanî bi wê seqamgiriya ku li Herêma Kurdistan heye matmayî ne.”
Sefîn Dizeyî herwesa got, “Me qanûnên berkar ên gelek baş ji bo sermayedaran hene, ji bo ku bikarin li Herêma Kurdistanê kar bikin. Herwesa em bizavê dikin ku ew qanûn serdemiyane bin, ji bo ku gelek kompaniyên biyanî li Herêma Kurdistanê pirojeyên xwe bi cih bînin.”
Serokê Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şikrî ji K24ê re ragehand, “Em bizavê dikin ku kompaniyên biyanî bên Herêma Kurdistanê û her ji bo vê meremê jî bi Îmaratê re çend piroje tên bicihanîn.”
Mihemed Şikrî eşkere jî kir, “Niha Îmaratê dest bi pirojeyeke gelek serkeftî ya çandinê li Zaxoyê kiriye. Di pilana me de ye ku, em li paşerojê hejmareke pirojeyên cuda cuda bi hevahengiya kompanniyên wî welatî re li Herêma Kurdistanê bi cih bînin. Em dixwzin ew tevlî bihêzkirina jêrxaneya aborî ya welatê me bibin.”
Navbirî di pareke din a gotinên xwe de tekez jî kir, “Em bizavê dikin ku ne tenê hejmara kompaniyên Îmaratî zêde bikin, belkî qebareya weberhênanê jî her bi wî awayî zêde bikin.”