Pizîşkiyan: Xamineyî danûstandinên rasterast bi Waşintonê re qebûl nake
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Komara Îslamî ya Îranê dibêje, “Em li pey aştiyê digerin û me qet bizav nekiriye ku me bombeya atomî hebe.” Tekez jî dike, “Xamineyî danûstandinên rasterast bi Waşintonê re qebûl nake.”
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro (Çarşem, 09.04.2025) di merasîmên roja niştîmanî ya teknolojiyaya navokî de got, “Welatê me qet bizav nekiriye ku bombeya atomî hebe. Em naxwazin ne me niha hebe ne jî li paşerojê.”
Mesûd Pizîşkiyan amaje jî da, “Îran herdem li pey aştiyê digere, di wê çarçoveyê de jî amade ye pêşwaziya weberhênerên Amerîkayî û hemî welatên din bike.”
Navbirî herwesa ron jî kir, “Wezîrê Derve yê Îranê li dû rênimayên Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî danûstandinên nerasterast bi nûnerên Amerîkayê re li Umanê dike, lê Rêberê Bilind ê welatê me qet danûstandinên rasterast qebûl nake.”
Serokê Komara Îslamî ya Îranê eşkere jî kir, “Em pilangêrî û siyaseta têkderane û desttêwerdanên derekî li welatê xwe qet qebûl nakin.”
Her îro rojnameya Washington Postê ji zarê berpirsekî Amerîkayî parve kiriye, “Tîma Steve Witkoff, ku ji bo danûstandinên bi Îraqnê re nûnerîtiya Hikûmeta Amerîkayê dike, bi rêya Umanê peyamek ji Îranê re şandiye û daxwaza danstandinên rasterast kiriye.”
Wî berpirsê Amerîkayî herwesa got, “Eger ew danûstandin bi awayekî rasterast nebin, mimkin e Witkoff biryarê bide ku seferê ji bo Umanê neke.”