Asayîşa Herêma Kurdistanê danpêdana êrîşkerê cejna Ekîto li Dihokê belav dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê danpêdana terorîstê ku di dema festîvala Akîto ya li Dihokê de êrîşî welatiyan kir, belav kir.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê şeva borî 10ê Nîsanê derbarê êrîşa terorîstî ya 1ê Nîsanê li ser festîvala Akito ya li Dihokê de daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniyê, dema ku xelk beşdarî merasîma cejna Akito li parêzgeha Dihokê dibûn, kesekî bi saturekê êrîşî welatiyan li bazarê kir û du kes birîndar kirin.

Encûmenê got, hêzên Rêveberiya Asayişê ya Dihokê tavilê êrîşkar, ku welatiyekî Sûriyeyê ye, girtin.

Diyar kir jî, tawanbar bi navê Luey Ebdulrehîm Ramadan e û bi nasnavê Ebû Cuheyman Bexdadî jî tê nasîn, welatiyê Sûriyê ye û di sala 2003an de jidayik bûye.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, piştî lêkolînan, tawanbar hizra DAIŞê hildigire û ev karê teroristî li ser rasparde û fermana serkirdatiya DAIŞê kiriye.

 
Fly Erbil Advertisment