Nêçîrvan Barzanî û Sergey Lavrov xwesteka dualî bo berfirehkirina alîkariyên hevpar tekez kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê li Antalyayê bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê re civiya û tekez li ser berfirehkirina alîkariyên hevpar ên dualî kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê parve kiriye, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Şemî, 12.04.2025) di çarçoveya karnameya xwe de li Korbenda Diplomasî ya Antalyayê bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civiya.”
Di wê civînê de, danûstandin li ser peywendiyên Rûsyayê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û xasma di warê aborî de hatin kirin, herwesa her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Îraqê û deverê û pêşhatên siyasî û ewlehî yên niha li hev guhertin.
Her du aliyan tekez li ser wê yekê jî kir ku, bi qîmet û giringî ve li peywendiyên navbera Rûsyaya Federalî û Îraq û Herêma Kurdistanê dinêrin û xwasteka dualî ji bo berfirehkirina alîkariyên hevpar di warên cuda cuda de tekez kir.
Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa Sûriyeyê û çend pirsên din ên ji bo her du aliyan giring jî mijarên tewerekî din ê wê civînê bûn.
