Îran tewerê gera bê ya danûstandinên xwe û Amerîkayê eşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Îranê radigehîne, “Biryar e gera bê ya danûstandinên Îranê bi Amerîkayê re li dawiya heftiya bê her bi awayê nerasterast bên kirin.” Amaje jî da, “Ew danûstandin dê bi navbeynkariya Umanê û tenê li ser pirsa atomî û rakirina sizayan bin.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Îsmaîl Beqayî îro (Yekşem, 13.04.2025) ji tilevizyona fermî ya welatê xwe re ragehand, “Danûstandin dê bi awayê nerasterast û bi navbeynkariya Umanê bên kirin, lê em gengeşeyan li ser cihê gera bê ya danûstandinan dikin.” Herwesa got, “Danûstandin tenê dê li ser pirsa atomî û rakirina sizayan bin.”

Danûstandinên Amerîka û Îranê duhî (Şemî, 12.04.2025) bi serokatiya Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Êraqçî û Nûnerê Amerîkayê li Rojhilata Navîn Steve Witkoff li Mesqeta Paytexta Umanê hatin kirin.

Ebas Êraqçî piştî wê civînê li ser tora civakî ya Xê nivîsiye, “Civîna me ya bi Witkoff re di rewşeke erênî û rêzgirtina li hev de hat kirin.” Amaje jî da, “Di wê civînê de, me li ser bingeha zêdetir hevahengiyê, nerîna Îranê li ser arêşeyan bi ronî eşkere kir.”

Navbirî tekez jî kir, “Amerîka û Îranê biryar da di çend rojên bê de ji bo cara duyê bicivin.”

Nûnerê Amerîkayê li Rojhilata Navîn Steve Witkoff jî ji aliyê xwe ve tekez kir, “Danûstandinên bi Îranê re erênî bûn.” Herwesa got, “Ez îro vedigerim Waşintonê û berî birêveçûna qonaxa duyê ya danûstandinan, ez bi îdareya Donald Trump re dişêwirim.”

 
 
Fly Erbil Advertisment