Sûdanî bo Serokê Yaneya Dihokê: Astê yaneya we cihê şanaziya me tevan e

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Sêşem, 15.04.2025) bi rêya tilefonê peywendî bi Serokê Yaneya Dihokê Dr. Ebdila Celal kir.
Yaneya Dihokê ya Werzişî îro (Sêşem, 15.04.2025) seet 07:45 li yaneya xwe di yariya duyê ya dawiyê ya lîga Yaneyên Qehremanên Kendavî de rûbirûyî yaneya Qadisiyeyê ya Kwêtî dibe. Yariya yekê bi encamê 0 - 0 bidawî hat û Dihok dixwaze wekî yaneya yekê ya Îraqê wî nasnavî bibe û dîrokê tomar bike.
Serokwezîrê Îraqê ji Serokê Yaneya Dihokê re ragehand, “Em pîrozbahiya we dikin û şanaziyê bi we dikin ku hûn gehiştine yariya dawiyê ya lîga Yaneyên Qehremanên Kendavî. Rêz û hurmetên min bigehîne hemî yarîker û endamên desteya rahênerî û kargêrî ya yaneya xwe.”
Serokwezîrê Îraqê ji Serokê Yaneya Dihokê re got, “Wekî hûn bi xwe jî dizanin, îro fotbolê giringiyeke zêde ji bo welatiyên Îraqê heye. Min soz dabû cenabê Serok Barzanî û birayê xwe yê rêzdar Mesrûr Barzanî ku li nav wê yariyê amade bibim, lê mixabin pabendbûneke ji nişkê ve ji bo min çê bû û ez nikarim amade bibim. Ev yarî ji bo tevaya Îraqiyan gelek giring e.”
Sûdanî amaje jî da, “Ez dixwazim hûn bi ast û canê werzişî bi birayên me yên Kwêtî re gelê Îraqê dilxweş bikin. Ez her car yaneyên werzişî radispêrim ku di van helkeftan de pilana rahênerî bi hûrî bi cih bînin. Helwesta we helwesteke azayane ye û tîma we jî tîmeke herî baş e. Me di yarîyên vê lîgê de astê we dît.”
Navbirî li dawiyê jî tekez kir, “Em daxwaza serkeftinê ji we re dikin û em her car vê gotinê ji werzişvanan re dubare dikin, serkeftin ji we û xelatkirin û piştevanî ji me. Bi aneha Xudê, em dê li Bexdayê hev bibînin û em dê bi we re ahenga serkeftinê bigêrin.”