Rûsya Tevgera Talîbanê ji lîsta terorê derdixe

Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Bilind a Rûsyayê derxistina Tevgera Talîbanê ya Evxanî ji lîsta terorê dipejirîne û dadwerê wê dozê jî dibêje, “Ew biryar rasterast tê bicihanîn.”

Dadgeha Bilind a Rûsyayê îro (Pêncşem, 17.04.2025) derxistina Tevgera Talîbanê ya Evxanî ji lîsta terorê pejirand, wekî pêngavek ji bo dubare çêkirina têkeliyên navbera Mosko û Kabolê.

Medyaya Rûsyayî parve kiriye, “Dadwerê wê dozê piştî rûniştineke daxistî ragehandiye ku, ew biryar rasterast tê bicihanîn.”

Rûsyayê ji sala 2003ê ve Tevgera Talîbanê xistibû nav lîsta terorê û li dû qanûna Rûsyayê, her awayekê serederiyê bi wê tevgerê re tawan bû.

Tevî ku ev biryar hebû jî, lê berpirs û şandên Talîbanê di demên borî de tevlî gelek kor û korbend û konferansên Rûsyayê bûne.

Ew biryara Dadgeha Rûsyayê piştî wê qanûnê tê ya ku li sala borî derkeft û rê da dadgehan ku, nasandina Talîbanê wekî rêkxistineke terorsitî bihelawîsin.

 
Fly Erbil Advertisment