Amerîka hişyariyê dide welatiyên xwe ku neçin Sûriyeyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe ku neçin Sûriyeyê, ku egera “metirsiyên mezin, tevî şerê çekdarî” hene.
Wezareta Derve ya Amerîkayê duh 18ê Nîsanê di daxuyaniyekê de got, “ew zanyariyên pêbawer ên derbarê êrîşên gengaz ên nêzîk de li ser cihên ku geştiyaran li Sûriyeyê serdana wê dikin, dişopînin.” Tekez kir jî, “êrîş dibe ku bê hişyarî çêbibin û cihên ku bazar û otêlan lê hene, bikin armanc.”
Wezaretê tekez kir, “divê ti beşek ji Sûriyeyê ji tundûtûjiyê ewle neyê dîtin”, ji ber metirsiyên ewlekarî yên berdewam li welat.
Ev hişyarî di çarçoweya hişyariyên berê yên rayedarên Amerîkayê de derbarê êrîşên muhtemel li Sûriyeyê de tê, ku pêştir Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê bang li hemû welatiyên xwe yên li nav xaka Sûriyeyê kiribûn, tavilê jê derkevin.