ŞanederZ vedigere Kurdistanê

Kuloxê ŞanederZ
Kuloxê ŞanederZ

Navenda Nûçeyan (K24) - Kuloxê ŞanederZ ji bo Kurdistanê tê vegerandin û Berpirsê Fermangeha Şûnwaran a Mêrgesorê jî dibêje, “Em bizavê dikin wî kuloxî li nav Mozexaneya Şanederê danin, ku niha dîzayna wê tê amadekirin.”

Berpirsê Fermangeha Şûnwaran a Mêrgesorê Soran Emîr îro (Yekşem, 20.04.2025) ji malpera K24ê re ragehand, “Biryar e li dawiya îsal kuloxê wê jina Niyandertal ji bo Herêma Kurdistanê bê vegerandin, ku li sala 2018ê ji aliyê tîmeke zanîngeha ‘Cambridge’ê ve li şkefta Şanederê hatye dîtin û ev zêdetirî heft salan e li Brîtanyayê ye.”

Peykerehestiyê wê jinê li sala 2018ê bi destûriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Brîtanyayê hat veguhastin, ji bo ku li zanîngeha ‘Cambridge’ê ji aliyê tîmeke şûnwarnasan ve zêdetir vekolan û pişkinîn li ser bên kirin. Li Gulana par, piştî karekî giran û şiyarane, wê tîmê hestiyên wê rêk xistin û kuloxekê nû jê çê kir û navê wê kir “ŞanederZ”. Wê tîma Brîtanyayî amaje dabû ku, ew jin li nîva salên xwe yên çilê miriye û jiyê wî kuloxî ji bo berî 75 hezar salan vedigere.

Soran Emîr her li ser vegerandina wî kuloxî got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji sala 2014ê ve lihevkirinek bi zanîngeha ‘Cambridge’ê ya Brîtanyayî re heye. Di çarçoveya wê lihevkirinê de, em mijûlî çêkirina mozexaneyekê li nêzî şkefta Şanederê ne, ji bo ku em wan hemî parçeyên şûnwarî tê de hilbigirin ên ku di wê şkeftê de hatine dîtin. Ew zanîngeh niha mijûlî dîzaynkirina mozexaneyekê ye. Eger heta dawiya îsal karên wê temam bûn, em d; kuloxê ŞanederZ lê danin. Eger ne, em dê wî li mozexaneya Paytextê li Hewlêrê danin.”

Şkefta Şanederê dikeve rêza çiyayên Biradostê li qezaya Mêrgesorê ya Îdareya Serbixwe ya Soranê, ku wekî yek ji kevintirîn û mezintirîn şkeftên deverê tê hesibandin. Ji bo cara yekê li sala 1951ê vekolan û pişkinîn lê hatine kirin.

Berpirsê Fermangeha Şûnwaran a Mêrgesorê amaje jî da, “Tîmeke zanîngeha ‘Cambridge’ê her sal li serê meha Nîsanê tê Herêma Kurdistanê, karê vekolan û pişkinînê li şkefta Şanederê dike û heta meha Îlonê dimîne. Di dema zêdetirî 60 salên borî de, heta niha ji encamê vekolan û pişkinînan li şkefta Şanederê ji aliyê şûnwarnasên navxweyî û cîhanî ve gelek parçeyên şûnwaran hatine dîtin, ya herî dawiyê jî peykerehestiyê ŞanederZ bû.”

Bermayîkên mirovên Niandertal ji bo cara yekê li sala 1830ê li Belçîkayê hatin dîtin. Li sala 1951ê jî ji bo cara yekê peykerehestiyên neh jin û mêr û zarokên Niyandertal li şkefta Şanederê li Herêma Kurdistanê hatin dîtin.

Zanayên warê şûnwarnasiyê wesa difikirin ku, Niyandertal jî mirovên aloz û jîr û xwediyên edetên olî û civakî bûne, ji ber ku ew peykerên hestiyan hemî bi yek awayî hatine binaxkirin û yek rûgeh hebûye.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment