Bihayên berhemên navxweyî yên Herêma Kurdistanê li Amerîkayê bilind dibin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber sepandina xûkê li ser berhemên Îraq û Herêma Kurdistanê ji aliyê Serokê Amerîkayê ve bi rêjeya 39%, bihayên berhemên navxweyî yên Herêma Kurdistanê li Amerîkayê bilind dibin.
Ji ber zêdebûna daxwazê li ser çend berhemên xwarinê yên Herêma Kurdistanê li Amerîkayê, hinardekirin ji bo wî welatî di zêdebûnê de ye. Daxwazeke zêdetir li ser tehîn, simaq, gûz û hingivînê Kurdî heye, ne tenê li ser refên firoşgehan belkî li pareke xwaringehan jî pişta xwe bi berhemên navxweyî yên Herêma Kurdistanê gerim dikin.
Xwediya Xwaringeha Maydanê Rose Previte ji K24ê re ragehand, “Piraniya xwarinên Rojhilata Navîn li xwaringehên min hene. Ez gelek tehînê bi kar tînim û ez herdem wesa difikirim ku hizireke baş e eger ez bi xwe bikarim wê hawirde bikim ne ku ji belavkeran bikirim.”
Wê herwesa got, “Min bi rêya hevalekî xwe kompaniyeke taybet a çêkirina tehînê li Herêma Kurdistanê nasî. Dema ku min tam kir tehîna wan, min biryar da wê tehînê bînim û li vê derê bifiroşim.”
Pênaseyên gomirkî yên birveberiya Trump ku li ser welatan sepandine, ji wan jî xûka 39% li ser kelûpelên hawirdekirî ji Îraq û Herêma Kurdistanê, bihayên kelûpelên hinardekirî yên Herêma Kurdistanê li Amerîkayê bilind dike.