Lavrov: Parîs û London û Berlîn gefan li Moskoyê dikin

Sergey Lavrov
Sergey Lavrov

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Rûsyayê dibêje ku, Fransa, Brîtanya û herwesa Almanya jî dirûşmên dijminkarane bi kar tînin û gefan li Moskoyê dikin. Tekez jî dike ku, ew rengvedana helwesta welatiyên wan welatan nîne.

Ajansa TASê ya nûçeyan a Rûsyayê îro (Yekşem, 20.04.2025) ji zarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov parve kiriye ku, Rûsyayî bihêz û aram in. Herwesa Serokê Rûsyayê jî gelek caran tekez kiriye ku, welatê wî ji bo danûstandinan li ser her pirsekê amade ye lê xwe nade destê çi welatekî.

Sergey Lavrov gotiye, “Serokê Fransayê Emanuel Macron, Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer û Şêwirmendê Almanyayê yê paşerojê Fredrick Merz gefan li Moskoyê dikin ku, hêzê ji Ukraynayê re dişînin ji bo ku mil bi milê Ukraynayê li dijî me şerî bikin.”

Navbirî amaje jî daye, “Ew her sê welat dirûşmên dijminkarane bi kar tînin ku gefan li me bikin, lê em guh nadin wan û helwestên wan piştguh dixin.” Tekez jî kir, “Ez piştrast im jî ku ev karê ew dikin rengvedana helwesta welatiyên wan nîne.”

Mosko her binecihkirineke hêzên biyanî li ser axa Ukraynayê wekî berfirehbûna şerî û gefan li ser ewlehiya neteweyî û stratejî ya welatê xwe dibîne.